Ev sedan sal in welatê me di bin nîrê mêtinkariyê de dinal e.Ji her tiştî bêhtir zilm û stemkariya li ser zimanê me kiriye ku gelek kes xwe jê dûr bikin. Nebûna perwerdehiya bi kurdî û pêla bişavtinê derbek mezin li wêjeya kurdî jî xistiye. Bikarneanîna zimanê kurdî ne tenê kir ku ziman qels bibe, lê helbesta li ser hîmê xwe bejnavêtî jî wek dara bêpel û kulîlk çîptazî bimîne.
Helbest di nav beşên wêjeyê de ya herî resen û xweser e. Lew helbest bi peyvan tê nivîsîn û em zanin ku her peyvek ...