Her çiqas ev novela li ser jiyana rojan e û li ser takekesiya Jîrzanî,Gulbêrî û Bozê hatibe
honandin ji, wekî berhemên din yên Mahîr Bagok di paşxanê de dîsa tekoşîna salên notî bi bîra
me dixe. Ev berhem bêrîkirin e, bêrikirina welatekî,welatê ku van ciwanan wextekî piçûkên wê
bûn.
"Cihê zaroktîya mirov li wir bihurîbe ya rastî rihê mirov li wir veşartî ye. Her tim ji bo çi qala wir
dikim, ji ber min li wir ava xeyalên xwe veşartîye. Bêrîkirina demên bihurî di tûri ...