Ferit Edgü, nivîsandinê wekî armanceke heyînîyê dibîne. Vê heyînê bi afirandina hişê takekesî, bi afirandina şêwazekî nû, sade û zelalkirina zimanekî nû yê giyanî pêk tîne. Di dema ku civakparêzî serdest bû wî takekesîtî bijart, ew stewand. Bi ya wî tenê takekes dikarîbû azad bifikire, xwe biafirîne, dijber be, ji kerî veqete, û bike ku yên din jî dijberîyê bikin, li dijî nehaqîyan, fikirîna giştî, dogmayan. Qonaxên nivîskarîya wî bi çûyîna Parîsê û mayîna wî ya li Hekarîyê distewin. Bi gotina w ...