Ev xebat bi armanca tespîtkirina rewşa jinê û cihê wê ya civakî di romanên Kurdî (kurmanî) de hat nivîsîn. Xebata me bi teknîka metoda rewşî pêk hat. Vegira xebata me bi 10 pirtûkan hat sînor kirin. Me van pirtûkan li gor taybetmendiyên lehengên jin hilbijartin ku pîvana hilbijartina me zêdebûna lehengên jin û mijarên ku li dorhêla wan pêk dihat bû. Bi hevdeh lehengên sereke me rewşa jina Kurd di van metnan de hem ji aliyê şexsî û hem jî ji aliyê civakî ve vekola. Her weha em baldar bûn ku cih b ...