“Dengê Xwînê” bi zimanê xwe yê ku ji rehên Kurdîya me ya delal dikişe, bi tevina xwe ya ku wê hêjahîya evîna dilsoz bi xwendevanan bi firêt û xavên xwe yên qewîn ve dide zanîn, çîrokekek gelekî nas, gelekî balkêş û gelekî diltezîn… Evîna Temo û Aînayê. Mirazê nebûyî, nalîneke cuda, straneke bi per û bask, li ber serê baqeke binefşan.
Pê re jî, du çîrokên din ên kurt û delal, bi “Dengê Xwînê” re di vê berhevoka Têmûrê Xelîl de.