Eger edebiyata zimanekî berhemên ku ji gelek hêlan ve wê bilerizîne neafirîne li gel vê yekê teb û toreyê heyî yê wêjeya ku li ser hêşîn dibe têk nebe ew wêje piştî demekê radiweste û hêz û qeweta xwe winda dike. Ji ber vê yekê jî berhemên ku teb û toreyên heyî têk dibin di wêjeya wî zimanî de berendamê şaheserîbûnê ne û dibin qûçek mezin ê wê wêjeyê. Ji wêjeyê re dibin nefes û riyeke nû.
Divê mirov berhema Deqên Qesas a Lal Laleş ku piştî “Berbejna Rê” ku wekî dîwana wî ya duyemîn de ...