Di romana xwe ya sêyem de Îrfan Amîda vegotina xwe kûrtir dike û bi retorîkeke bêhempa, di despêka şerê xendekan de derûnîya jinê bi hûrbînî dihûne; yan jî hêzekê dide sehekên xwîner û xwîner bi çêjeke din dihisîne. Yar û neyar dixe mêzîna hîçîyê. Mîna morîkên gerdenîyekê bi vegotinê bendeke dîtir çêdike li hember dorpêçkirina bajêr. Bi vî awayî atmosfereke bênavendî ava dike. Û weku armanca wî ew be xwîner didahfîne wê navenda ku lê metalîk, xav, kal û bêgiyan in çek; bêgiyan e neyar, lê Amîda ...