Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye. Wî, berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiribûn- ji nû ve da wân newal û geliyên bi şehwet li benda wê bûn. Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carê bi tenê jî xwe nesipart popularîteyê û vegotineke erzan. Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya belaxeta zimanê bavûkalan. Mem Ronga di avakirina helbesta xwe de bi az ...