“Çiyayê Çiravê rojeke din a sar li dû xwe hiştibû; hêdî hêdî radestî hembêza şeveke nediyar bûbû. Şev tarî, şev sar û ne xalî bû. Ji zilmatê mirov nedikarî pêş xwe bibîne…
“… meşa herî xweş a berbanga sibê bû. Di meşa berbangê de weke ku mirov li ser xeta asoya şev û rojê sekinîbe, gav bi gav şahidî ji guherîn û veguherîna xwezayê re tê kirin. Hilatina roja spîçolkî, xatirxwestina stêrkên renglîlik, livîna bayê maşelan, senfoniya teyr û tilûrên xweşawaz û xuşexuşa ku xwe li newal û be ...