Mela Nûrullahê Godişkî yek ji nûnerên edebîyat kurdî ya klasîk a sedsala 20an e. Jîyana wî gelek di nav şert û mercên xirab da derbas bûye. Ew, dildarê edebîyata kurdî û zimanê kurdî ye. Wî, zimanê xwe yê eslî yanê yanê zimanê kurdî, yek ji ayetên Xwedê dîtîye û parastîye. Ji berhemên Godişkî yek jî dîwana wî ye ku têda bi çar zimanan yanê bi kurdî, erebî, farisî û tirkî kêm-zêde 285 helbest hene û piranîya helbestan bi kurdî ne. Ji alîyê teşeyên nezmê ve helbest ji qesîde, xezel, mesnewî, rubaî ...