Helbestên Reşo Ronahî, nêviyê pir li Xerîbiyê û li Stenbolê hatine nivîsandin. Ji ber bandora karê wî hinekî jî rewşa zarokên bê dê û bav û nêrîna civakê li wan di helbestên wî de xwe daye der.
Reşo Ronahî di dawiya salên 1980'yî de li Licê ya navçeya Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û lîseyê li Amedê, zanîngehê li bajarê Aydinê kuta kir. Sê salan di saziyên dewletê de li ser rehabîlîtekirina zarokên kuçeyan xebitî. Piştî wan sê salan dev ji karmendiyê berda û vegeriya Amedê. Niha l ...