Diz her tim li dû xwe hin tiştan dihêlin, kesên ku zanibin çi ji wan hatiye dizîn bi hestên tolê dikevin nava bizavan, yên ku nizanibin çi ji wan hatiye dizîn, valahiyek xwe li wan digire. Di jiyana wan de her tim ev valahî xwe bi wan dide hîskirin. Kengê rastî hin sedeman dibin, pirs li ser hev tên hişê wan û dikevin nava lêgerîna bersivan. Jixwe li cihekî pirs hebe, li wir pirsgirêk jî heye. Xwegihandina bersivan ne hêsan e, gelek caran lêgerîn jî bes e ku mirov nav li wan hîsên xwe bike. Wê d ...