Du dilop
Gava ez berhemeke edebî dixwinim, bala min ne tenê li ser naveroka berhemê ye. Axilbe, bala min li ser niviskar e, ku wî/wê çi ji nivisara xwe fêm kiriye. Her niviskar kare ji me re çîrokekê binivise. Mesele ne ew e, mesele ew e ku demildest niviskar çi ji çîroka xwe fêm kiriye. Bi gotineke dinê, niviskar çi di vê çîrokê de dîtîye da ku dinivîsîne û bi me re par ve dike? Li ba min ew pirs gelekî giring e û bersiva vê pirsa me daxilî nava afirandina niviskariya niviskar dike. ...