Zanista Dîrokê wekî disîplînekê, di sedsala XXI.mîn de hîn jî di bin bandora desthilatdarî û otorîteyên polîtîkî de dirûv û teşe digire. Di nivîsîna dîroka xelk û neteweyan de li şûna objektîvbûnê ya dîyarker desthilatdarî û otorîtebûn e. Dîroka şar û şaristanîyê, di bin ronahîya çavkanî, belge û belgenameyan de wekî xaka Mezopotamyayê û nexasim wekî Kurdistanê derbas dibe. Nîşane û nimûneyên vê gelek in, ji Girê Mirazan bigirin ta hetanî Newala Çorî.
Di çaxa me, çaxa ku netewdewletên ...