Êlas efendî
"Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî" yek ji wan berhemên qewîn e ku nişani me dide bê ji destê wêjekaran ve çawa dîrok dikare ber bi roja îroyin ve aktuel bibe. Karahan wek vebêjer xwe ji navberê vedikişîne, bi tenê vegotinê neqlî roja îro dike û gava vê yekê dike ji destûrê nade ku bîr/dîrok û bûyer bi destê wêjekariyê bibe fêgurekirina dekoreke sahneyekê. Bi mesûliyet gotinê dike devê vebêjerê sereke (Cemîlê Sor) ku ew bi xwe jî beşdarekî vê bûyerê ye û ew jî di şexsiyeta karek ...