Li Kurdistanê, herêma Rojka xelayek rû dide. Heft salên dirêj, xêncî zivistana ku hinek berf diket, dilopek baran jî nabare. Ruyê erde dihele ji germê. Erd mîna bûkek ku zavayê xwe wenda bike û bigirî, dev û lêvên wê diqelişe. Ji ber birçîbûnê, goştê canê gel roj bi roj dihele. Siyê konan, ber keviran van nasitirîne ji xezeba tava tîngerm. Hêdî hêdî mirin xwe rê dide. Zarok, pîr û kal ji ber birçîbûnê debar nakin û can didin û gele herêmê diçe helakê.
Lê hêviyeke wan heye. Mezinê êla ...