Di Navbera Mêjû û Efsaneyê de" çap bû. Kela Dimdim û serhildana Emirxanê Lepzêrîn yek ji rûpelên zêrîn ê tarîxa kurd û Kurdistanê ye. Li ser vê serhildana ku yek ji nîşane û nimûneya herî mezin a xweragirtin û xweavakirina neteweyê kurd e, heta çend salên dawî bi zimanê kurdî zêde lêkolîn nehatine kirin, Kela Dimdimê bêhtir di çarçoveya folklor û edebiyata devkî de maye. Bereksê kurdî, hê wî çaxî (1609) çavkaniyên girîng ên farisî hene. Yek ji van "‘Alem Araya ‘Ebasî" ya Eskender Begê Turkmen Mu ...