Di warê fablê de fabla yekem Kelîle û Dîmne ya Beydebayê Hindî, fablên La Fontaine û ji edebiyata Yewnanan fablên Ezop li dunyayê nimûneyên herî navdar in.
Ji edebiyata Îslamê ya klasîk jî Mesnewiya Ferîduddîn Ettar ya bi navê Mentiqu't-Teyr, mesnewiya Fuzûlî ya bi navê Beng û Bade, mesnewiya Şeyxî ya bi navê Xername çend mînakên girîng in.
Fabl di çand û edebiyata Kurdan de jî cîhekî pir fireh û girîng digre. Bav û bapîrên me dema ku di civatekê de diaxivîn, bi fablek an jî kurteçîrok ...