Yekem romana Selîm Berekat "Feqiyên Tariyê" bi kurdî di nav weşanên Avesta de derket. Roman ji erebî bo kurdî ji aliye Jana Seyda ve hatiye wergerandin. Rexnegir û wergêrê ji Sûrî Subhî Hedîdî li ser romanê wiha dibêje: "Feqiyên Tariyê" romana Selîm Berekat a yekem e. Di vê romanê de herdu meydanên xwezahî û mirovahî yên herêma Cezîrê (Cezîra Sûriye) dibin zemîneke dramatîk î têr û tije. Regên wê herêmê giraniya dîrokê hildigirin; dîroka welêt, dîroka malbata ku ketiye şûna eşîretê, dîroka efsan ...