Samî, kurê Mele Ehmedê Namî wiha qala serpêhatiya ferhenga berdest dike; Nivîskar, helbestvan û zimanzan Mela Ehmedê Namî, di sala 1950î de, weke ko ez pê agadar dibûm bi karê afirandina ferhegeke kurdî-erebî radibû, nemaze piştî vekirina dibistana keçan li gel dibistana kuran li gundê Tilşeîra Aşîta û bi sedema ko xwendevanên herdu dibistanan di dema xwendinê de pêrgî gelek astengan dihatin, çiko xwendin bi zimanê erebî bû û mamoste jî ereb bûn û ji bajarên hudirê welatê Sûriya dihatin û dibûne ...