Van salên dawî gelek xebatên girîng têne kirin li ser ferhenga kurdî. Her ku ew xebat têne kirin, dewlemendîya zimanê kurdî derdikeve pêş. Ev xebata li ber destê we jî yek ji wan xebatên girîng e ku li ser ferhenga kurdî hatîye kirin. Heta niha di kurdî de ferhengeke xweser li ser peyvên ku ji laşê mirov çêdibin nehatîye kirin. Nivîskar piştî xebata heft salan ev ferheng raberî xwîner û ferhengnasên kurdî kir. Ev ferheng bi deh hezaran peyvên ji laşê mirov çêbûne di nava xwe de dihewîne. Yek ji ...