Gava Ku Masî Tî Dibin
Hetanî ku li darê dinyayê bim, dê masiyê Helîm yûsiv ji bîra min neçe. Ev neçûna Masî ji hiş, wek nimûne, nîşana herî ronak a serkeftina nivîsandina romanekê ye. Wek ku çawan hetani aniha Prince Myshkin û Rascolinov ên Dostoyevsky, Juan Brithiadoyê Rolvoyî, Ahabê Herman Melville û Jose Arcadio Buendia û Florentino Aretha yên G. G. Marquez ji bîra min neçûne, wisa jî dê Masî wek lehengekî serencrakêş, têkelkêş, jîndar û kartêker ji bîra min neçe.
Ehmedê Huseynî