Di dema Sovyetistanê de li Ermenistanê civaka kurdan ji bo dibistanan pirtûkên dersan
amade kirine. Zarokên ku diçûn dibistanê bi saya van pirtûkan bi kurmancî xwendine û
nivîsandine. Di van pirtûkan de çîrok, metelok, helbest û tiştên din ên kurdan hebûn. Li
hêlekê jî di van pirtûkan de fikra sosyalîzmê hebû. Behsa hejariyê, sedema vê hejariyê,
başbûna sîstema sosyalîzmê û rizgarbûna gelan hebû.
Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Cerdoyê Gênco ev ...