Gulîstan
Eger mirovek bipirse ku Gulîstan çi ye? Mirov dikare bêje: Gulîstan, çîroka rêwiyan û baxçê gulên nemir e. Belê Gulîstan çîroka rêwiyan e. Hem rewiyên li ser rûyê dinyayê û hem jî yên li rêya heqîqetê. Çîrokên di Gulîstanê de hatine gotin bi piranî rast in û serpêhatiyên Şêx Se’dî bi xwe ne. Şêx Se’dî di koçberiya dawiyê de, ji Fasê heya Hindistanê, ji Tirkîstanê heya Kurdistanê li gelek deveran geriyaye.