Bihar bi xweşî û şahî ve hatibû. Pêz û dewêr êdî kêf dikir. Her der nû ve şîn û hêşin dibû. Dar û daristanên ku di bin quntera çîyan û deştan da hebûn, hemûyan êdî bişkuyên xwe vekiribûn. Li ser çîyan hêj berfa sipî dihat xuyakirin. Hewa jî gelek xweş, bayekî hênik li tev bîhna gul, sosin û çîçegan dihat ber pozê mirov, sewra mirov bêtir fereh û xweş dikir. Lewra zivistana sar û serma êdî paşve mabû, her der şînayî, xweza û tevahîya wê herêmê bi gul, çîçeg, mexik û bi hezaran kulîlkên rengîn ve ...