Ji zaroktîya xwe da ye ez ji xemîşok/çîrok, qirwelk, dûrik, pêkenîn, sitranên dengbêjîyê, bi kurtî ji zargotina kurdî gelekî hez dikim. Bi evîndarî lê guhdarî dikim, dixwînim, ji ber dikim û dinivîsim. Jixwe berhevkirina xemîşokên (çîrokên) vê antolojîyê jî wiha dest pê kir. Ev hezkirina ji çîrokan bû sebebê ez vê antolojîya di destê we da hazir bikim. Çil sal e min ew heb bi heb top kirin, ji bo ku zarokên me wan bixwînin û ji zargotina pêşiyên xwe bêpar nemînin, bi riya van çîrokan zimanê xwe ...