Hemolek, zarokekî piçûk û jîr û jêhatî ye. Bejna wî bi qasî tilîya
mirovan e. Di çîroka Hemolek da, serpêhatîya wî ya bi pîra
sêhrbaz ra tê qalkirin. Pîra sêhrbaz her carê dixwaze wî bixe
tûrikê xwe û birevîne, lê belê Hemolek her carê ji bo revê ji
xwe ra rêyek dibîne. Çîrok bi tevna xwe, heta dawîyê
heyecanê dide rih û canê zarokan. Hin beşên çîrokê, di
xeyalgeha zarokan da, dê hizr û ramanên fantastîk ava bike.