Heneseya Jiyane Kitap Açıklaması
Li ber serê wan sekinî. Destê xwe li milê yekî ji wan xist. Lê deng ji wan nehat. Hêdîka quncekî çarşefa li ser wan rakir. Serê Guljîyanê li ser balgeh bû. Porê wê yê zer, li ser rûdena wê de belav bûbû. Destê xwe li milê wê yê tazî xist. Lê tu pêjn jê nehat. Çarşefa li ser wan hemû kişand. Li ser livînan Guljîyanê û Hemîn di berê hev de wilo şilftazî, di nav xwînê de dît. Çiqas çavên xwe firkand jî ew dîmena li ber çavên wê qet neguherî. Li ber dîmen mîna ...