Ulgen xwestiye di derdora eşqa Ahmed û Rihanê de, Şerê Sûrê vebêje ku ew jê re dibêje “şerê çeperan”… Şerê ku wek “şerê xendekan” hatiye bi nav kirin, ne tenê li Sûrê; li gelek navçeyên Kurdistanê bi hev re dest pê kir û bi şikestineke giran qediya. Şerê Sûrê 103 rojan ajot. Şer, bi sedan kuştî û bi xerabkirina bajêr bi dawî bû. Ev şer, di dîroka Kurdistanê de, dê cihekî taybet bigire. Dê gelek tişt were gotin û nivîsîn; dê were pesinandin, dê were rexnekirin… Germa germa analîzên bûyerên wisa m ...