“Bajaro tu çima bi min re naaxivî? Ez amade nîn im te wisa bi bêdengî hîs bikim. Tu jî wek min birîndar î. Dilê te wek min wesle wesle ye. Em salên berê li vir bi etra dildariyê gelek caran diaxivîn. Tu heval û hogirê me bûyî. Şirîkê evînên veşarî bûyî. Te em dixistin paşila xwe, wek dayîkan dihewand. Ez tu me, tu ez im. Rojhelata te di şer de rûxandin, li rojavayê te jî amadekariya rûxandina bi makîneyan hê didome. Dayîka min li rojhelat di heloşandina te de jiyana xwe ji dest da. Te ez bi xeya ...