Ibn Tufeyl ber û nûnerek gewre a çanda Îslamê ye. Divê di nav vê tevahiyê de were nirxandin. Îslamiyet di nav cahiliyeya Erebistanê de derket û di demekî kurt de li erdnîgariyek gelek fireh de berbelav bû. Di hêla felsefe û zanistê de herêmek hevpar a çandî ku milek li Hindîçînê milek li nava Ewropayê li Îspanyayê bû ava kir. Ev erdnîgariya berfireh ji gelek ekolên felsefe, zanist û dînî re mazûvanî kir. Xebatên felsefe û zanistê ku li derdora Bexdayê di sedsala 9an de dest pê kir, di demek kurt ...