Kitêba “Hezar û Yek Şev”ê, wek ku wergêr Menaf Osman di pêşgotina kitêbê de nivîsîye yek ji kitêbê herî navdar yê dinyayê ye û wergerî gelek zimanan bûye. Cara ewil di serê sedsala 18’an de ji aliyê Antoine Galland ve, di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de jî ji aliyê Joseph Charles Mardrus ve wergerên Frensî bûne. Di heman demê de di sedsala 19’an de wergerên İngilîzî, Rûsî, İspanyolî jî hatine kirin û li Ewrûpa tevî belav bûne. Hin wergêr di çîrokan de guhertin kirine, hin jê jî ...