6. Gula Gulberoj: Hitokê keçikek piçûk e. Pêlîstokek wê ya bi navê PAPÛŞKO heye. Her dem pê ra dipeyive û jê ra qala derd û kulê xwe dike, pê dilşa dibe. Di vê pirtûkê da Hitokê bi dayika xwe ra diçe nava zevîyekê û xweşikahîya xwezayê dinase. Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.
7. Baxçeyê Zarokan: Di vê pirtûkê da Hitokê dest bi dibistanê dike. Dayika wê pê ra diçe û ew pêşî ditirse, lêbelê paşê hevalên wê çêdibin û ji dibistana xwe gelek hez dike. Gava ji dibistanê t ...