Dema pênaseya têgiha mirov tê kirin, divê neyê jibîrkirin ku hemû ev teorî û tez, bi dîroka şaristaniya 5 hezar saleyî hatiye xwedîkirin. Bi detayên giştî tê diyarkirin ku mirovê/a polîtîk (Zoon Politikon) heta ku dewlet ava neke, polîtîka neke, nikare bibe mirov. Tê diyarkirin ku mirovê/a difikire (Homo Sapiens), mirovê/a ji jîriya hestiyarî bêpar, tenê analîtîk e. Rastiya Mirovê ku amûran çêdike (Homo Faber), rastiya -nêçîrvanî gelek piştî berhevkariyê derketiye holê- hatiye piştguhkirin. Tenê ...