“Her tişt her ku diçe gav bi gav nêzî hev dibin. Ew çoşa hesti ya li jêr dizivire rafleksên leşkerî yên gerîla. Divê di nav demek kin de biryar bide ka dê çi bike û çawa tevbigere.
Di demeke kurt de fermandar Diyar fermandarên tîm û taximan li hev dicivin ji bo bigihijin biryarê nîqaş dikin. Hevalno divê dijmin hema destê xwe nehejîne û neyê nekeve nava noqtê. Ji xwe di vê rewşê de xelasiya wargehê tune ye û divê dijmin jî xêrê nebîne. Wek ku dîrok careke din bê jiyîn, sonda pêşiyên kurdan ...