Romana navdar, yek ji sembol û bingehên romana kurdî. Gava ku qala romana kurdî dibe yek ji navên ku pêşîyê tê hişê mirov. Xwendevan û wêjehezên kurdî pir baş wê nas dikin. Ji roja ku hatiye çapkirin û heta niha gelek tişt li serê hatine gotin û nivîsandin. Bûye mijara gelek lêkolînan. Ligel Şivanê Kurmanca û Xatê Xanim nûxwiriya romana kurdî ye.
Her çiqas pêdiviya Jana Gel zêde bi danasînê tune be jî, divê mirov çend gotinan bibêje. Li gor cîhanê û zimanên cîranên me pexşana kurdî de ...