Zimanê Kurdî zimaneke dewlemend e. Miletê Kurd jî qedîmtirîn miletek e li ruyê dinê. Wek her miletekî, netewa Kurd jî di dirêjahîya hezarsalan da êş û elem, hest û dilşahîyên xwe, serborîyên jîyana xwe bi zimanê xwe îfade kirîye û mane lê barkiriye. Herwisa gelê Kurd çand, huner, hest û xisusiyetên xwe yên neteweyî bi saya ziman neqlê nifşên nû kiriye. Û bi vê awayî li himber gelek karesat û bablisokên dîrokî heta îro li ser pîyan maye.
Li vir girîngîya Gotinên Pêşîyên me derdikevên ...