Ji kenê te mistekê dixwazim
Puxte bû êşa min ji lêvên lerizî
Tevzi rabûn li navsereyîya sirgûnîya min
Ji tamijandina maçeke hêsîrgirtî bû kenê te
Bû goristana hisên payîza paşîn xwelidanka li ser maseyê
Li rêya revê gerîyam di binê fîncana qahweya te de
Fala min derew bû
Xezalek ket oxira xeyalên surrealist
Di deryaya fantaziyên min de xeniqî henûniya te
Bi ser avê ket darbresta kezîyan
Wext, bûbû hustek tumayî û erînek xizanî
...