Jinên Qatên Bilind
Di "Jinên Qatên Bilind de" nivîskar tiştekî aşkere û vekirî naxîne destên xwendevanên xwe; wî dikişkişîne heta dawiya çîrokê û wî di nav guman û raman û sawêran de digevizîne. Helîm Yûsiv ê şikestin, kul, derd, şahî û têkçûnên Amûdê ye. Amûdê jî welatekî biçûk e, nimûneya herî rasteqîne ye ji bo Kurdistanê. Ew di ezmanê çîroka kurdî de hêdî hêdî ber bi stêrkên bilind ve diçe. Weha jî çîroka kurdî gihandiye asteke bilind ku em kurd pê serbilind in.
Qado Şêrîn