"Di vê romanê da ligel berxwedanê qêrîn û feryada civateke qedîm bilind dibe, Komek
însanên Zerdeştî û Ezîdî dixwazin hikmê bêdengiya jiyanê bişkênin, çerxa felekê perçe bikin,
ew hest û ramanên hezkirina jiyanê bidin xuyakirin û ji ber ku welatê wan hatiye dagirkirin,
dixwazin şîverêkekê di binê erdê de, ji jiyan û evînên azad re vebikin. Lewma civat weke
pepûleyên şevê, li şûna ku ji xwe re li çirayekê bigerin, neçar in ku, bi enerjiya ku ji rojê
digrin, di tarîti ...