Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî, ji hevpeyvînên bi dîrokzanê navdar û pisporê zargotina Kurdî Prof. Dr. Celîlê Celîl re hatine çêkirin pêk tê. Hevpeyvînên di pirtûkê de yên 30 salên (1991-2019) dawî ne. Ji wêjeyê heta ziman, ji dîrokê heta zargotina Kurdî gelek pirs û mijarên girîng di xwe de dihebîne. Ligel vê derbarê malbata Celîlan de jî ku nêzî 70-80 sal in di warê wêje, folklor, çand û zargotina Kurdî de bênavber dixebitin, agahîyên têr û tijî cih digirin.
Ev pirtûk, di warê dîr ...