Komara Demokratîk a Kurdistanê, tevî ku ji heftê salan zêdetir dem di ser re derbas bûye jî wekî mijareke aktuel her tim di rojeva Kurdan de ye. Li gel vê rewşê jî agahîyên der bare wê de hê sererast nebûne û wekî çavkanî hê em diçin serî li çavkanîyên bîyanîyan didin. Ev berhem jî îtiraza vê rewşê ye. Li hemberî çewtî û hewldanên berevajîkirina rastîyan radibe û dibêje: Ez ê jî tiştekî bibêjim!
Nivîskarê ku wekî ciwanekî çalak beşdarî vê pêvajoyê û pêvajoya piştî wê bûye, berî ku qal ...