Komara Dînan
Ev pirtûk ji şeş deqên şano yên di demên cuda de hatine nivîsandin pêk tê. Hin deqên mîna "Kevçî” û "nivîskarê bê gore" û "Rawestgeh" nivîskar Helîm Yûsiv bi xwe ew amade kirine. Hin ji wan ji çîrokên wî yên mîna "bidarvekirina pozekî" û "sol û serî" hatine girtin û ji hêla nivîskar bi xwe ve wekî şano hatine nîvisandin, yan jî mîna çîroka "komara dînan" ku ji hêla "Teyatra jiyana nû" ve, koma şano ya "Navenda Çanda Mezopotamya li Stenbolê" hatiye amadekirin û pêşkêşkirin.