Di nav Kurdan de ev gotin gelek girîng e. “Jin herine xwîna xwîn xweş dibin.” Bi wateya ku jin herine mala neyaran, jê ew xwîn tê bexişandin. Ji bo wê sedemê mi xwest ku hunera Jina Kurd, rûmeta Jina Kurd ku çawa komele damezirandine, çawa emîrtî, serokeşîrî kirine bi kurtayî bînime ziman, xebatên bi vî rengî pêşkêşî we bikim. Wek Seydayê Ehmedê Xanî dibêje “Ne bi ilm û xebîrê belkî bi teasubu eşîrê!” Ez jî dibêjim xwendevanên hêja dema ku vê pirtûkê bi xwînin bira min bibexşînin ez ji wan lê bo ...