Arif Zêrevan, rojnamevan û nivîskarekê zimanzelal, fikirzelal, helwêstzelal û konkret e. Ew bi rengdêran û bi hevok û komekên pasîv li dora mijaran naçe û nayêt. Ew, gotina xwe, fikra xwe û helwêsta xwe bi zimanekê yekser û bêvedan dinivîsîne. Vê kitêbê bixwîne, tu dê bi ruhê zimanê kurdî bihesî, tu dê bi helwêsteka siyasî ya jixwepiştrast bihesî. Arif Zêrevan hişê xwe û qelema xwe di asteka bilind de bi kar tîne û behsa miletê kurd yê jixwemezintir dike.
Ev kitêb behsa çîroka siyasî, civak ...