JI PÊŞGOTINA WERGÊR HÎWA MIHEMED ZENDÎ
Di warê qeydên nivîskî yên dîrok û şaristaniya neteweya Kurd de em dikarin behsa navê komek kelepûrên balkêş bikin. Awesta û Dînkurd du kitêbên giranbuha yên dînî yên bi Kurdî hatine nasîn in. Teng Gilo yê bi navê Şingulê hatiye nasîn, di sala 700‘ê beriya zayînê de bi Kurdî kitêbek li ser dîn û stêrnasiyê nivîsiye. Aryate bizişkekî Kurd ê bi nav û deng bûye di sala 668‘ê beriya zayînê de li ser zanista bizişkiyê bi rênivîsa Kurdî nivîsiye. Ev ki ...