Kurdistan, di navbera salên 1919-1920an de hatîye weşandin, kovareke fikrî ya sîyasî, komelî, edebî û îlmî ye. Jimara wê ya yekemîn di 30ê Kanuna Sanî ya 1335 (30ê Kanûna Paşî ya 1919)an de hatîye belavkirin û li ser hev 19 jimar hatine çapkirin. Li ser çapkirina jimara yekemîn vir ve nêzîkê 105 sal derbas bûne û cara pêşî ye ku hemî jimar li ser hev û bi tevî werger, transkrîb û orjînalê xwe ve di nav rûpelên vê kitêba ber destê we de têne weşandin. Dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û nasna ...