Xebatên ku mirov dikare wek "kurdolojî"yê bi nav bike yan jî bixe nav çarçoveya kurdolojîyê li çend welat û navendên cuda dest pê kirine. Yek ji van welatan jî Rûsya ye lê ne bi tenê Rûsya welatên ku dikevin hînterlanda wê jî. Berhemên ku ji alîyê vê ekol an jî kevneşopîyê ve hatine afirandin heta niha kêm li kurdî hatine wergerandin. Ev berhem jî yek ji wan xebatan e û va ye li kurdî hatiye wergerandin û digihîje ber destên we. Pirtûk ji alîyê komek pispor (M. S. Lazarev, Y. Î. Vasîlyeva, M. A. ...