Pirtûka Kurdistanbûl a helbestan ji alî Şivan Zeren ve hatiye nivîsandin. Li Gor hevpeyvîneke wî; Şivan Zeren, ciwanekî ku li Stenbolê çêbûye û mezin bûye. Heta dibistana amadehî jî bi tirkî nizanîbûye û piştî salên 90'î ku koçberên Kurdistana Bakur diçin taxa wan, ew jî dikeve nakokiyekê û li kesayetiya xwe digere. Pê re jî hînî kurdî dibe û lêkolînên Kurdên ku hatine Stenbolê dike. Ev helbestên vê pirtûkê jî wê demê derdikevin holê. Bi evîna Qûleya Qîzan û Galatayê re kurdên dîrokî, yên barkêş ...