Kurdîzan ji bo asta destpêkê ji du pirtûkan pêk tê. Yek, Pirtûka Dersê ye, ya din jî Pirtûka Xebatê ye. Pirtûka Dersê li ser hînkirina temayên curbicur û mijarên rêzimanê radiweste, lê Pirtûka Xebatê tenê li ser rahênên van temayan û mijarên rêzimanê radiweste. Di Kurdîzanê da ji bo birêxistin û hêsankirina hînkarîyê, pergala unîte û dersan hatîye bikaranîn. Pirtûk ji du unîteyan û her unîte jî ji 14 dersan pêk tê. Bi tevahî 28 ders di Kurdîzanê da hene. Kurdîzan ji bo perwerdeya dibistanê, bern ...